Çar Yek

Piştî 4 romanan  Ciwanmerd Kulek vê carê jî bi 4 çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, “Çar Yek” di nav weşanên Avesta de derket.
Ciwanmerd Kulek piştî çar romanan vê carê bi kitêbeke çîrokan derdikeve hemberî xwendevanan. Çar çîrokên ku wek çar şaxên çemekî diherikin me hevok bi hevok li nav meselên ku temenekî dewam dikin, tundûtûjiyên ku sînorên rasteqîniyê derbas dikin, kul û kederên jibîrneçûyî, neçarî, sosret û hesretên bêdawî digerînin. Çar çîrokên ku weku do û îro bi hev ve ne û ji hev cuda ne, di her temamkirin û pêhesandina hev de wêneyekî dî derpêşî me dikin û mirov nikare xwe ji hestkirina hijmetkariya li hember romaneke mezin ragire. Çîrokên ku çi di kêlî, kite û kurtedemên îroyîn de meseleyên sermedî û dûrûdirêj salix didin, çi jî ji raborî û mêjûyên dûr û kevn rewş û resma vê kêlî û demê radigihînin careke dî di bîra me tînin ku di binê her tiştî de çîrokek heye. Nivîskar bi hostayiyeke bilind şopa wê çîrokê digerîne.
Liste Fiyatı: 220,00TL
Yayın Tarihi: 11.11.2015
ISBN: 6059082358
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 128
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm
Bu üründen 54 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
176,00TL
Kazanacağınız Puan: 256
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Platin Üyelere Özel Fiyat
158,40TL
Okuma Listeleri:
0 kişi
0 kişi
0 kişi