Ez e yeki bikujim

Romana Firat Cewerî ya nû ‘Ez ê yekî bikujim’ di nav weşanên Avesta de derket. Ev romana Cewerî ya duyemîn e. Romana wî ya yekem ‘Payiza dereng’ di sala 2005an de bi kurdî û îsal jî wergera wê ya bi tirkî hat weşandin.
‘Ez ê yekî bikujim’ di karakterên du kesayetiyên kurd de li ser dema nû radiweste. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî û psîkolojiya wan, behsa hêvî û armancên wan û behsa êş û xemgîniyên wan tê kirin.
Ji aliyê din ve hin sebeb çawa dikarin bibin encamên trajedîk, mirovên ku demekê bi îdealên mezin radibin çawa dikarin têkevin gerînekên melankolîk û tesadufên jiyanê mirov bi çi re rû bi rûyî hev dike bûye mijara romana ‘Ez ê yekî bikujim’. Gelo wê di romanê de kî, kê, ji bo çi bikuje? Ma wê kes kesî bikuje, an gelo qatil jî qurbanek e?..
Ji romanê
... Ev bajarê qedîm li min bûye dojeh. Ev bajarê ku ez demekê li dû rizgarkirina wî bûm, niha min dixwe, êşê bi min dide kişandin. Ev bajarê ku min bawer dikir ez ê rojekê mîna qehremanekê lê vegerim, niha lê bûme qehpik. Bajarê ku min dixwest rûmeta wî ji bin postalên biyaniyan rizgar bikim, niha rûmeta min lê di bin lingan de ye.
Liste Fiyatı: 250,00TL
Yayın Tarihi: 08.10.2008
ISBN: 9944382557
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 152
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm
Bu üründen 35 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
187,50TL
Kazanacağınız Puan: 270
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Platin Üyelere Özel Fiyat
172,50TL
Okuma Listeleri:
1 kişi
1 kişi
3 kişi