Nebû qaní, te di rübe çewa bû Di bira h'irs û mekrë xwe, fena bù Çi seyyad û çi faq in, ev çi iş in? Ku daim dil ji ber wan, cerh' û riş in Dibējim serteser ev 'alema han Ji hev re, 'aşiq û me şûq in; ey can! Welë, her yek bi hawaki dikitin Di vi cayê fena, ew pë diçitin Ji vê 'işqa heyatë, hin mematé Dibinin; lê yek hin 'eyna h'eyatë Ji bo te, ey 'Eskeri, ewla ev e, dil Nedi xeyrë h'ebība pak ů kamil We ger ne, dê bibi zalim weki nar Li xwe hem ji biki zulmě, li exyar Mebe zalim, dibi paşě tu mezlúm Bi şûrê h'eqiyyë, dë bibi tu me dûm Kesë xain be, her zain û rûreş Diborine hemi weqtan, musewwes Meke h'ile w sih'ribazi, emanet Ku paşë jë dibini pur felaket Zelil i! Ger nebi qani di her ci 'Eziz i! Ger biki daim tu, qenci