Şedadi

Vladimir Minorsky yek ji rojhilatnas, lêkolîner û kurdologên navdartirîn û serwexttirînê bi rewş û dîroka kurdan e. Lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in. Bi vê kitêba di destê we de, ku berê beşek jê bi navê “Pêşdîroka Selaheddîn” çap bûbû, xebata wî ya li ser Kafkasya di kurdî de temam dibe. Ev kitêb wergera herdu beşên pêşî yên vê berhema hêja ye ku birêkûpêktirîn çavkaniya ser dewleta kurdên şedadî ye û bêguman çawa ku Minorsky jî diyar dike, agahên ser dewleta vê xanedaniyê ê hem valahiyeke dîroka kurdan ya derûdorên Kafkasyayê dagire û hem jî serdemeke tarî ya dîroka xanedaniyên îslamê yên wê navçeyê ronî bike.

Şedadî yek ji wan xanedanên kurd û misilman in ku dîroka wan pir kêm tê zanîn û li rojhilatê Transkafkasyayê li herêmeke navbera çemên Kurê û yê Arasê seranser desthilatdarî kirine.

Emîn Narozî, di wergera kitêbê a kurdî de, Camî‘u-l-Duwela Muneccimbaşî ku Minorsky ji erebî wergerandibû ingilîzî, yekser ji teksta erebî wergerandiye û not û sererastkirinên Minorsky ên ser tekstê lê zêde kirine.
Liste Fiyatı: 210,00TL
Yayın Tarihi: 24.05.2013
ISBN: 6055585259
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 390
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm
Bu üründen 20 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
168,00TL
Kazanacağınız Puan: 240
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Platin Üyelere Özel Fiyat
151,20TL
Okuma Listeleri:
1 kişi
0 kişi
2 kişi