Sinem

Eşq di çola dil da demsaleke efsûnî ye. Ger pevgihîştin be waha, ger firqet be kerbela ye. Xeyala yarê jî kevirekî pîrozê wê çolê ye ku li ku derê biçî secdeyê, serê xwe bi hesretên hezar salan datînî ser. Feqî li pêlên ku ji dûr da direvîyan dihatin û serê xwe li kevir û zinarên peravê behrê dixistin, nihêrî. Ma Sînem ewqas li wî hatibû xezebê? Ma çûyina wê bes nebû ku bi serda behr û bejahî, dar û ber, çol û çîya tev dabû agir. Wî qet hay ji hatina biharê nebû. Dinya wek daristaneke şewitî li ber çavên wî reş dikir. Di xewnên xwe da wek pezkovîyekî birîndar ê kal, di nav arî, xwelî û xubarê da bi çîyayekî agirîn ve hildikişîya û carcaran dizivirî û bi dengekî kelogirî dikir qêrîn:


– Sîneeeem! Sîneeeem!
Liste Fiyatı: 280,00TL
Yayın Tarihi: 09.09.2019
ISBN: 6058088283
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 112
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Bu üründen 3 adet satın alındı.

İlgili Kategoriler:

Kitapyurdu Fiyatı:
218,40TL
Kazanacağınız Puan: 280
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Platin Üyelere Özel Fiyat
196,56TL
Okuma Listeleri:
1 kişi
0 kişi
1 kişi